Li Bakurê Şamê şeş kes hatin kuştin

Li bajarokê Rankous, li Bakurê Şamê, di encama operasyoneke ewlehiyê û pevçûnên çekdarî de şeş kes hatin kuştin; di nav wan de du endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û çar çekdar hene.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, piştî hewldanên navbeynkariyê, nêzîkî 25 kesên girtî hatin berdan, lê hin kesên din hîn di bin lêpirsînê de ne.

Rayedarên Sûriyê dibêjin ku operasyon li dijî şaneyekê ya girêdayî DAIŞê hatiye kirin. 

Lê hin niştecihên herêmê ev îdia red dikin û dibêjin ku çekdarên ku hatine kuştin têkiliya wan bi vê rêxistinê re tune bû.

Ji ber cudahiya di navbera daxuyaniyên fermî û şahidiyên niştecihan de, Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê bang li ser lêpirsînek zelal û serbixwe dike da ku rastiya bûyerê û nasnameya kesên kuştî were eşkerekirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye