Kiev ragihand ku Rûsya bi muşekan êrîşî Ukranyayê kirye û herî kêm 4 kes hatine kuştin û bidehan jî bîrîndar hene.
Artêşa Rûsya jî ragihand ku parastina hewayî ya wan, roja pênçşemê 800 dronên ji Ukranyayê ber bi Moskow û bajarên din ve hatine avêtin, asteng kirine.
Her wiha roja çarşemê DYA, Rûsya û Ukranya li ser destpêkirina danûnstandinên di navbera sê aliyan de di asta teknîkî de li hev kiribûn.
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy piştî êrîşa ser Kiev ê got ku:
"Rûsyayê awayê meşandina vî şerî neguhertiye û ew ti gavan navêje ku nîşan bide ku xwestekek rastîn heye ku wî biqedîne."
Tevî hewldanan jî Rûsya û Ukranya di warê rawestandina şer de hin ji hev dûrin.