Di çarçoveya vê lêpirsînê de 19ê Cotmehê li dijî Şaredariya Çukurovayê operasyonek hate kirin.
Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê derbarê 51 kesan de biryara binçavkirinê derxistibû.
Di operasyonê de Serokê Şaredariya Çukurovayê Emrah Kozay, Şaredarê berê Soner Çetîn û 4 cîgirên şaredar jî di nav de 49 kes hatibûn binçavkiribûn.
Piştî îfadeyên binçavkiriyan bi dawî bûn, dadgehê derbarê Şaredar Emrah Kozay jî di nav de ji bo 34 kesan biryara girtinê da. 15 kes jî bi biryara kontrola edlî hatin berdan.
Di çarçoveya lêpirsînê de lêgerîna 2 kesan didome.