Li Şamê Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Ehmed Şera re civiyan

Fermandarê Giştî QSD'ê Mazlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed îro li paytexta Sûriyê bi Serokê Sûriyê Ehmed Şera re civiyan. Encama civînê ji aliyê ajansa Fayil News ve hat eşkere kirin. Li gorî lihevkirinê, wê pêvajoya entegrasyonê dewam bike. Koçberên Serê Kaniyê hefteya tê vedigerin.. Her wiha Wê "Ofîsa Têkoşîna li Dijî Terorê" di bin sîwana Wezareta Karên Hundir de ji bo Yekîneyên Parastina Jin were avakirin. Ji bilî vê Hecî Mihemed Nabo wekî Cîgir û Alîkarê yekem ê fermandarê Feyleqa Duyemîn hat erkdarkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hat Nûkirin: Vê sibehê Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD'ê Mazlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed berê xwe dan Şamê.

Li Şamê Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed ji aliyê Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Ehmed Şera û Wezîrê Karên Derve yê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Esed Şeybanî ve hatin pêşwazîkirin.

Her du aliyan di civîneke ku 3 demijmêran dirêj kir gelek mijarên girîng gotûbêj kirin.

Di civînê de Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Sîpan Hemo û Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê Esed Şêybanî jî amade bûn.

Encama civîna li Şamê eşkere bû

Encama civînê ji aliyê ajansa File News Fayil ve hat eşkere kirin.

Li gorî wê xalên li ser hatine lihevkirin wiha ye:

Berdewamkirina pêvajoya entegrasyonê.

Şopandina pêvajoya li Tirkiyê û vegera kesên xwedî nasnameya Tirkiyê piştî lihevkirineke giştî.

Avakirina "Ofîsa Têkoşîna li Dijî Terorê" di bin sîwana Wezareta Karên Hundir de ji bo Yekîneyên Parastina Jin.

Vegera koçberên Serê Kaniyê di destpêka hefteya bê de.

Eerkdarkirina Hecî Mihemed Nabo wekî Cîgir û Alîkarê yekem ê fermandarê Feyleqa Duyemîn.

Amadekirina ciwanên Efrînî yên li Cizîrê ji bo tevlîbûna lîwayan.

Veguhestina yekîneyên hevbeş (çekên giran, keşf) yên QSD'ê bo bin fermandariya Wezareta Parastinê.

Lêkolînkirina dosyaya dîlgirtiyên QSD'ê yên li cem hikûmetê û berdana wan.

Bicihkirina navên hemû şehîd û birîndarên QSD'ê di Rêveberiya Giştî ya Şehîdan a hikûmetê de.

Nîqaşkirina fermîkirina perwerdeya zimanê Kurdî di destûra nû ya Sûriyê de di rûniştinên pêş de.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye