Di hefteya 33'emîn de taximê Amedspor û Bolusporê tên beramberî hev.
Îro bajarê Amedê yek ji wan rojan derbas dike ku kelecana futbolê digihîje lûtkeya herî bilind.
Amedspor ku bi 67 puanan di lîgê de, di rêza 2'yemîn de ye û li pey Erzurumsporê dimeşe, taximê mêvan Boluspor jî dixwaze nêzî xeta Play-Offê bibe.
Piştî ku Erzurumspor duh bi ser ket, ferqa puanan derket 5'an.
Amedspor jî dixwaze îro êvarê bi ser bikeve û ferqa puanan bike 2 û avantaja rasterast a Super Lîgê biparêze.
Taximê Esenler Erokspor jî, bi 63 puanan di rêza 3'yemîn de ye.
Beriya maça girîng, biryara Komîteya dîsîplînê ya TFF'ê li gorî bûyerên tribunê yên ku di dema maça Manisa FK de qewimîne, biryara TFF nehişt ku temaşevan li blokên East Lower 135 û West Lower 112 bikevin vê maçê.
Ligel vê qedexeyê jî tê texmînkirin ku Stadyuma Amedê bi piranî tije be.