Li bajar Amedê dîmenên karnavalê pêk hatin, dema ku alîgir bi lîstikvanên taximê xwe yê hezkirî re hatin ba hev, rêwîtiya 10 deqeyan ji ber qerebalixiyê 3 seatan dirêj kir.
Di hefteya dawî ya Lîga 1'emîn a TFF'ê de Amedspor ku serdana Igdirsporê kiribû,maça 3-3 wek hev bi dawî bû.
Taximê Erokê bi Pendik re wek hev ma, taximê kesk-sor di dîroka xwe de cara yekem derbasî Lîga Super bû.
Ji ber ku tîma kesk-sor derket lîgeke bilind, bû sedem ku welatiyên li Amedê, Êlih, Mêrdîn, Mûş, Îdir, Colemêrg, Wan û Çewlikê jî daketin kolanan û Şampiyoniya Amedsporê pîroz bikin.
Amedsporê rêya 10 deqeyan bi 3 saetan temam kir
Heyeta Amedsporê ya ku bi balafireke taybet ji Îdirê dihat, derdora nîvê şevê gihîşt Amedê.
Li bajêr, kelecanek mezin hebû, bi hezaran alîgir herikîn balafirgehê da ku pêşwaziya taximê xwe bikin.
Piştî pêşwazîkirinê, heyeta Amedsporê li otobuseke vekirî siwar bû û çû Parka Newrozê ku cihê pîrozbahiyên şampiyoniyê ye.
Otobusa vekirî ya bi rengên kesk û sor hatibû xemilandin, dema ku nêzî Parka Newrozê bû, hema hema tevlihevî çêkir.
Ji ber karwana dirêj a ku ji hêla bi hezaran alîgirên ku rê tije kirin, otobus bi deqeyan hewl da ku pêşve biçe.
Ji ber qerebalixiyê heyeta Amedsporê rêwîtiya 10 deqîqeyan di 3 saetan de qedand.