Mêrdin spor li hember Sivassporê 2-2 wekhev man

Di hefteya 5'an a Lîga Yekemîn a Trendyolê de Mêrdin Spor di maça ku li deplasmanê hate lîstin de bi Sivassporê 2-2 wekhev ma.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Mêrdin Sporê di deqeya 35'an bi gola Tonio Teklic 1-0 pêşde çû.

Olarenwaju Ayobami Kayode di deqeya 46'an de tîma xwe Mêrdînê encam kir 2-0.

Sivasspor di nîvê duyem de vegeriya û performaansek ecêb pêşkêş kir.

Tîma mazûvan Sivassporê di nîvê duyem de bi golên Rey Aldo Manaj wekhevî bi dest xist.

Manaj di deqeya 62'an bi gola ji penaltiyê ferq daxist 1'ê.

Manaj di deqeya 71'ê careke din derket ser dikê û skor kir 2-2.

Ji ber ku di deqeyên mayî de ti gol nehatin tomarkirin, maça ku Mêrdin Spor 2-0 li pêş bû bi encama 2-2'an bi dawî bû û her du tîman puan parve kirin.

Mêrdin Sporê bi vê encamê bi 9 puanan di rêza 4an de cih girt.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye