Kulîsên Enqereyê di van rojan de germ bûye. Li gorî gotegotan, Erdogan dixwaze di kabîneyê de hin guhertinan bike û navê hin kesan jî tê axaftin.
Li gorî nûçeya rojnameya Cumhuriyetê, hin wezîrên di kabîneya heyî de ku performansa wan ne baş tê dîtin, ji kar werin girtin.
Tê gotin ku armanc ji vê guhertinê; di serdema nû de kabîneyeke bi bandor ava kirine.
Lewma kesên ku kapasîta wan a siyasî bilind û navên di rayê giştî de tên zanîn wê bêne erkdarkirin.
Li gorî gotegotan, dibe ku Wezîrê Veguhastin û Binesaziyê Abdulkadir Uraloğlu, Wezîrê Ciwan û Werzîşê Osman Aşkın Bak, Wezîrê Bazirganiyê Omer Bolat û Wezîrê Kar û Ewlehiya Civakî Vedat Işikhan ji kar werin girtin.
Li şûna van kesan jî, tê pêşbînikirin ku hin navên kevn ku di rayê giştî de bi hêz tên dîtin, bên bicihkirin.
Tê gotin ku zavayê Serokkomar Erdogan, Wezîrê Xezîne û Darayî yê berê Berat Albayrak, Wezîrê Çandiniyê yê berê Mehdî Eker û Wezîrê Karên Hundir ê berê Efkan Ala ji nû ve ji bo postên stratejîk werin erkdarkirin.