Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu got ku ji bo bêçekkirina Hemas û Xezeyê sînorek demê dîyar kirine.
Netanyahu vekirina Derîyê Refahê bi şertê vegerandina hemû termên dilgirtîyan ve girê dide.
Daxuyanî kurtedemek berîya pejirandina pêşnûmebiryara Amerîkayê hat dayîn.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dixwaze hêza navnetewetî ya li Xezeyê bilez bê avakirin.
Amerîka plan dike koma ewil a vê hêzê di destpêka sala 2026`an de bigihîje Xezeyê.
Tê ragihandin, 5 welat dixwazin di nava hêza navneteweyî de cî bigirin.
Hamasê diyar kiribû, pêşnûmebiryara Amerîkayê ne li gorî daxwaz û mafên Filistîniyan e.