Pakistan: Hefteya bê hevdîtinên Amerîka û Îranê dest pê dikin

Piştî çend rojan ji bidawîbûna danûstandinên di navbera Îran û Amerîkayê de li Burgenstockê ya Swîsreyê, Pakistanê ragihand ku danûstandin hîn jî berdewam dikin. Her wiha, hat diyarkirin ku Uman jî dê mazûvaniya danûstandinên pêşerojê yên li ser Tengava Hurmizê bike.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Pakistanê Tahir Anderabî, di civîneke çapemeniyê de roja çarşemê got ku dan û standinên teknîkî dê hefteya bê bi navbeynkariya Pakistan û Qeterê ji nû ve dest pê bikin.

Tahir Anderabî ragihand ku tevî ku beşdarên dan û standinan carinan bêhnvedanê distînin jî,

Lê dan û standinên teknîkî yên di asta pisporan a Amerîka û Îranê de hîn jî berdewam dikin.

Anderabî tekez kir ku Pakistan bi her du aliyên Amerîkî û Îranî re di têkilî û şêwirmendiya berdewam de ye,

da ku bicîhanîna bîrnameya têgihîştinê ya di navbera serokê Amerîkayê Donald Trump û serokê Îranê Mesûd Pezeşkiyan de misoger bike.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Pakistanê her wiha rave kir ku peymana destpêkê avakirina xêzeke têkiliya rasterast di navbera aliyên Amerîkî û Îranî de ji bo pêşîgirtina li her pirsgirêkekê vedihewîne.

Mesqet dê mazûvaniya hevdîtinên li ser tengava Hurmizê bike

Têkildarî mijara dan û standinên di navbera Îran û Amerîkayê de.

Hat ragihandin ku paytexta Umanê, Mesqet di pêşerojê de dê mazûvaniya gera din a dan û standinên li ser Tengava Hurmizê di navbera Îran, Îraq û welatên endam ên Konseya Hevkariya Kendavê de bike.

Ji aliyê xwe ve jî, Serokwezîrê Qeterê Mihemed bin Ebdul Rehman bin Casim got ku Doha li dijî standina bacê ji keştîyên ku di tengavê re derbas dibin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye