Rêxistina CPT-Amerîkayê, raporek têkildarî êrîş û bombebaranên rêjîma Îranê û komên çekdar ên girêdayî wê yên li ser Başûrê Kurdistanê parve kirin.
Li gorî vê, bi giştî 196 êrîş û bombebaran li ser Başûrê Kurdistanê pêk hatine. Êrîş wiha ne:
162 êrîş li ser Hewlêrê, 26 êrîş li ser Silêmaniyê, 5 êrîş li ser Dihokê û 3 êrîş jî li ser Parêzgeha Helebceyê hatine kirin.
43 êrîş li ser baregehên partiyên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistasnê yên li Başûrê Kurdistanê pêk hatine.
58 êrîş jî li ser Konsulxaneya giştî ya Amerîkayê ya li Hewlêr û navendên leşkerî û baregehên têkiliya wan bi Amerîkayê re hene, hatine kirin.
95 êriş li ser Otêl, jîngehên sivîlan, navendên Hêzên Pêşmerge, bîrên neftê, kompanya û jîngehên sivîlan pêk hatine.
Di encama êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê de 23 kes bûn qûrbanî
Di encama van êrîşan de 23 kes bûne qûrbanî, 4 kesan jiyana xwe ji dest dane û 19 kes jî birîndar bûne.
Ji van 23 kesan 15 li Hewlêrê, 7 Silêmaniyê, 1 li Dihokê bûne qûrbanî.
Hat zanîn ku ji wan 4 endamên partiyên Kurdî yên li Başûrê Kurdistanê ne, 6 kes parêzvan yan jî karmendên hêzên ewlekariyê ne ku qet têkiliya wan bi şer re nebûye.