Li Dihokê, du kes ji ber lêdana elektrîkê mirin û yekî din jî bi giranî birîndar bû.
Li gorî Roj Newsê, bûyer dema ku du karker tekber ji malekê vediguhestin qewimî.
Dema ku wan alavên elektrîkê rast dikirin, şokeke elektrîkê çêbû.
Xwediyê malê yê ku temenê wî di navbera 50 û 55 salî de bû û karkerekî 30 salî, di cih de mirin.
Her wiha karkerekî din di vê bûyerê de birîndar bû.
Çavkaniyeke tenduristiyê li Dihokê ji Roj Newsê re got ku, kesê birîndar di rewşeke krîtîk de ye û niha di bin çavdêriya lezgîn de ye.