Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Peyman Viyan, di hevpeyvînekê de, çend peyamên sereke û stratejîk derbarê rewşa heyî ya li herêmê û Rojhilatê Kurdistanê de ragihand.
Peyman Viyan tekez kir ku sîstema dewleta neteweyî li herêmê diguhere û avakirina hevpeymaniyek ji hêzên siyasî li Kurdistana Îranê gaveke pêwîst bû:
"avakirina hevpeymaneke bi vî rengî pêwist bû, da ku Kurd di vê hevkêşeya nû de nebin qurbanî û destkeftiyên wan werin parastin"
Hevseroka PJAK da zanîn ku ew ê piştgiriyê nedin şerê di navbera Îsraîl-Amerîka û Îranê de û wiha berdewam kir:
"lê wekî xeta sêyemîn, em ê xwe bispêrin hêza gel û projeya demokratîk a ji bo guhertina di hundirê Îranê de".
Peyman Viyan got ku dewleta Îranê deverên sivîl û saziyên giştî veguherandiye baregehên leşkerî û eşkere kir ku ev yek jî gefê li jiyana welatiyan dixwe.
Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Peyman Viyan anî ziman ku dijayetiya hikûmeta Tirkiyê li hember Kurdên Rojhilatê Kurdistanê dê zirarê bide welêt û wiha lê zêde kir:
"Divê Enqere helwesta xwe biguherîne ji ber ku Kurd dê cîranên wan ên herî baş bin, ne komên tundrew bin".