Li Efrînê êrîş û zext didomin

Fermandarekî koma Hemzatê ser bi Tirkiye li Efrînê guvaşxaneya zeytûnan a welatiyek Efrînê dest daniye ser û derxistiye firotinê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Fermandarekî koma Hemzatê ku girêdayî Artêşa Mîllî Suriye (SMO) bi piştgiriya Tirkiye li Efrînê guvaştxaneya zeytûnan a welatiyekî Kurd dest daniye ser û derxistiye firotinê.

Li gorî Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), Fermandarekî "Hemzatê" yê bi navê "Zekeriya Termanînî" guvaştxaneya zeytûnan a welatiyekî Kurd ê ji gundê Qirtabayê yê navçeya Şêran a Efrînê, bi 100 hezar dolarên Amerîkî derxistiye firotinê.

Li gorî SOHR, ew welatiyê Kurd di dema dagirkirina Efrînê ya sala 2018’an de ji gundê xwe koçber bûbû.

Piştre bi temamî dest danîbûn ser guvaştxaneya wî û tiştên di nav de wekî derî û alav hatibûn dizîn û niha jî ew guvaştxane bi awayekî fermî derxistine ber firotinê.

Li gorî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR), Ofîsa "Birêvebiriya Aborî" ya girêdayî komên çekdar, dest bi gaveke nû kiriye û dikanên wan bi "mohra sor" digire da ku dest deyne ser dikanan.

Bac û talankirin berdewam e

SOHRê her wiha diyar kir ku ev pêngav di çarçoveya binpêkirinên berdewam ên komên çekdar de ye.

Li gorî SOHRê, li gundê Bêlanê yê navçeya Bilbilê, serkirdeyên koma "Ceyş el-Nuxbe" tevahiya berhema zeytûnan a welatiyekî talan kiriye ku nêzîkî 900 darên zeytûnan, ango derdora 250 çewalan bû.

Hat gotin ku ev yek di çarçoveya "kampanyayeke sîstematîk" de ji bo talankirina milkê cotkaran hatiye kirin.

Her wiha li gundê Yaxûrê yê navçeya Mabatayê "Rêveberiya Aborî" bacên zordarî yên ku digihîje nîvê berhema zeytûnan li ser xelkê ferz kiriye û di sezona îsal de dest daniye ser zêdetirî 400 çewalên zeytûnan.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye