Meclisa Ciwanan, ji bo tevlîbûna meş û konserê li avahiya DEM Partiyê ya Amedê daxuyanî da.
Her wiha ev meş dê 14’ê Tebaxê saet di 19.00’an de ji ber avahiya DEM Partiyê ya bajar ber bi qada konserê ve meşê li dar bixin û piştî meşê konser jî dê bê lidarxistin.
Sûltan Yorulmaz peyama Rêberê Gelê Kurd ya di 4’ê Nîsanê de ji bo ciwanan şandibû bibîrxist û got:
“Meclisa Ciwanan a DEM Partî û DBP’ê jî wê di derbarê vê peyamê de kampanyaya `Em di jiyana sosyalîst de israr dikin, em bi Rêbertiya azad xwe birêxistin dikin!” dane destpêkirin.
Meclisê bang li hemû ciwanan kir ku di 14ê mehê de bi tevlîbûneke xurt ji banga Rêberê xwe re bibin bersiv.