Xameneyî di daxuyaniyekê de ku êvara pêncşemê li ser televîzyona dewletê hatiye weşandin, ragihand ku Îran şer naxwaze, lê ew ê dev ji mafên xwe bernede û got:
"Îran hemû eniyên berxwedanê wekî yek yekîneyê dibîne."
Her wiha Rêberê Bilind ê Îranê, bang li xelkê welatê xwe kir ku li kolanan bimînin û wiha axivî:
"Divê hebûna gel li meydanê wekî çil rojên borî di şerê li dijî Amerîka û Îsraîlê de, berdewam bike."