Netanyahu: Em ê danûstandinê bi Libnanê re bikin

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got ku wî talîmat dane ku "danûstandinên rasterast" bi Libnanê re di zûtirîn dem de dest pê bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di daxuyaniyekê de got:

"Bi dubarebûna banga Libnanê ji bo danûstandinên rasterast bi Îsraîlê re, min duh talîmat dan Kabîneya Ewlekariyê ku di zûtirîn dem de danûstandinên rasterast bi Libnanê re bide dest pê kirin."

Benjamin Netanyahu diyar kir ku danûstandin wê li ser bêçekkirina Hizbulahê û avakirina têkiliyên aştiyane di navbera Îsraîl û Libnanê de bin.

Netanyahu got: "Îsraîl banga Serokwezîrê Libnanê Newaf Selam ji bo bêçekkirinê li Beyrûtê teqdîr dike."

Di vê navberê de, rayedarekî payebilind ê Îsraîlî eşkere kir ku danûstandinên rasterast di navbera Îsraîl û Libnanê de wê hefteya bê dest pê bikin.

Her wiha li gorî Axiosê, rûniştina yekem wê li Wezareta Derve ya Amerîkayê ya li Washingtonê were lidarxistin.

Rayedarê Îsraîlî diyar kir ku aliyê Amerîkî wê ji hêla balyozê xwe yê li Libnanê Michel Issa ve were temsîl kirin.

Di heman demê de, Îsraîl wê ji hêla balyozê xwe yê li Washingtonê Yehiel Leiter ve were temsîl kirin.

Libnan jî wê ji hêla balyoza xwe ya li Washingtonê Neda Hamadeh Mouawad ve were temsîl kirin.

Daxuyaniya Netanyahu piştî axaftinên telefonê yên roja çarşemê bi Serokê Amerîkayê Donald Trump û nûnerê wî Steve Wittkoff re hat.

Li gorî Axiosê, berpirsên payebilind ên Amerîkayê gotin ku Wittkoff ji Netanyahu xwestiye ku "êrîşên li ser Libnanê rawestîne û deriyê danûstandinan veke.

Rayedarekî Îsraîlî jî ji Axiosê re gotiye ku di rojên pêş de wê danûstandin bi Hikûmeta Libnanê re werin pêkanîn, lê destnîşan kir ku "niha li Libnanê agirbest tune ye."

Lê belê, li gorî Reutersê, berpirsekî Libnanî daxwaza agirbesteke demkî kir da ku rê bide danûstandinan bi Îsraîlê re.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye