Li Siweydayê êrîşên sîstematîk li ser xetên elektrîkê tên kirin

Ji nîvê Tîrmehê ve, parêzgeha Siweydayê krîzeke elektrîkê ya dijwar dijî, ji ber aloziyên ewlehî û îdarî, heta niha ti çareserî nehatiye dîtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî çavkaniyek di Şîrketa Elektrîkê ji tora Siweyda 24 re gotiye, ji ber qutbûna elektrîka xeta li rojavayê bajarokê Kanaker pirsgirêka elektrîkê li siweydayê zêde bûye.

Her çend pevçûn rawestiyane jî, lê ji ber nebûna ewlehî û aramiya li herêma Kanaker ku Hêzên Hikûmeta Veguhêz û komên çekdar ên eşîrî lê bi cih bûne, pirsgirêka elektrîkê nehat çareserkirin.

Her wiha Heyva Sor ji bo destwerdanê Hewldan kirin, lê ti pêşketin bi dest nexistin.

Krîz hîn aloztir bû dema heman xet rastî êrîşeke sîstematîk hat.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24