"Sûriyê bûye qadeke vekirî ji bo nakokiyên mezhebî"

Serokê Meclisa Bilind a Îslamî ya Elewiyên li Sûriye û Diasporayê Şêx Xezal Xezal der barê êrişên komên çekdar ên li bajarê Humsê ku piraniya niştecihên wê Elewî ne, daxuyaniyek da.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şêx Xezal Xezal diyar kir ku welat veguheriye qada tesfiyekirina hesabên mezhebî.

Serokê Meclisa Bilind a Îslamî destnîşan kir ku Elewiyan qet giranî nedane girêdana mezhebî û tu carî jî li dijî rêvebirina welêt ji aliyê Sunne, Kurd û Durzîyan ve jî, derneketine.

Şêx Xezal îşaret pê kir ku "hikûmeta veguhêz pêkhateya Sunnî wekî amûr di siyaseta xwe de bi kar tîne."

Serokê Meclisa Bilind a Îslamî ya Elewiyên li Sûriye û Diasporayê Şêx Xezal Xezal  di dawiy daxuyaniya xwe de bang li tevahî sûriyan kir ku ji gotinên mezhebî û hewldanên derxistina fitne û cudekariyê dûr biçin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye