Êrîşên Îsraîlê yên li ser başûrê Libnanê berdewam dikin.
Îsraîlê îro bi êrîşên esmanî çend bajarokên başûrê Libnanê kirin armanc, di nav wan de Frun, Sefad el-Betîx û Haris li navçeya Bint Cibêl a parêzgeha Nebatiye hene.
Li navçeya Tîrê, balafirên şer ên Îsraîlê, êrîşî bajarokên Srîfa û Cmeijme kirin.
Dronên Îsraîlê êrîşî bajarokê Siddiqîn ê li xaçerêya Cebel el-Batûmê kir.
Li aliyekî din jî, droneke Îsraîlê li bajarokê Jouya jî motorsîkletek hedef girt û 2 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyan di encama van êrîşên îro de, 6 kes hatine kuştin û 10 kesên din jî birîndar bûne ku di nav wan de zarok û jin jî hene.
Artêşa Îsraîlê: Em operasyonên xwe li Libnanê berdewam dikin
Ji aliyê din ve jî, Artêşa Îsraîlê ragihand ku hêzên wan li Libnanê, li başûrê xeta pêşîn operasyonên xwe didomîne.
Di heman demê de, Artêşa Îsraîlê eşkere kir ku hêzên wan tunelek ku ji aliyê çekdarên Hizbulahê ve, dihate bikaranîn dîtine û ew wêran kirine.
Li gorî daxuyaniya Artêşa Îsraîlê, Hizbulahê çend rokêt avêtin hêzên wan ên li başûrê Libnanê.
Hizbulah: Dan û standinên Îsraîl û Libnanê me eleqedar nakin
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya fermî, endamê Hizbulahê di Parlementoya Libnanê de Hesen Fedlallah jî, diyar kir ku encamên dan û standinên ku Libnan bi Îsraîlê re dike, wan eleqedar nakin.
Hizbulah: Êrîşên me li dijî Îsraîlê berdewam in
Fedlallah ev yek jî anî ziman:
“Me ji wan re got vebijêrka dan û standina bi Îsraîlê re, qebûl nekin, ev dan û stanandin bi kêrî we nayê, dijminê we tiştekî ji we re nake.
Heta îro jî, û li gorî dan û standinan, wan agirbesteke berfireh bi dest nexistine; kuştin û wêrankirin berdewam dikin."
Endamê Hizbulahê di Parlementoya Libnanê de Hesen Fedlallah tekezî li ser berdewamiya êrîşên çekdarî yê li dijî Îsraîlê kir û heta ku bihêle Îsraîl ji Libnanê derkeve.