Li Xezeyê di encama topbarana Îsraîlê de 49 kes hatine kuştin

Operasyona Îsraîlê ya kontrolkirina Xezeyê berdewam dike, xelkê Xezeyê neçar dimînin ji bajêr derkevin û di encama topbarana Îsraîlê ya duh de jî, zêdetirî 49 kes hatin kuştin. Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, ragihand ku wê di civînên Civata Giştî de ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê, bi fermî dewleta Filistînê nas bike. Dewleta Portekîzê jî da zanîn ku beriya civîna Civata Giştî ya NY, wê dewleta Filistînê nas bike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îsraîl di qonaxên pêşketî ya kontrolkirina Xezeyê de ye û bi sed hezaran kes ji bajêr koç kirine.

Nexweşxaneyên li Xezeyê ragihandin ku duh, di encama topbarana Îsraîlê de zêdetirî 49 kes hatine kuştin.

Ajansa France-Presse ragihand ku ji destpêka operasyona leşkerî ya Îsraîlê ya ji bo dagirkirina bajêr di dawiya Tebaxê de, 450 hezar Filistînî ji bajarê Xezeyê ber bi başûr ve koçber bûne.

Her wiha Çavkaniyan ji malpera nûçeyan a Walla re gotin ku artêşa Îsraîlê di çend demjimêrên borî de operasyona xwe ya ji bo dagirkirina bajarê Xezeyê zêde kiriye, ev yek nîşan dide ku operasyon niha di qonaxên xwe yên pêşketî de ye.

Li gorî daxuyaniyên efserên Îsraîlî ku pêşketinên di çend demjimêrên borî de girîng bûn û ji hêviyên wan derbas bûne.

 

Fransa di civîna NY de wê naskirina dewleta filistînê ragihîne

 

Ji aliyê xwe ve, Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron piştrast kir ku welatê wan roja Duşema bê, wê di civînên Civata Giştî de ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê, bi fermî naskirina dewleta Filistînê ragihîne.

Macron rave kir ku ev naskirin, di çarçoveya planeke aştiyê ya berfireh de tê ku armanc dike ewlehî û aştî ji bo hem Îsraîlî û hem jî Filistîniyan pêk were.

 

Portekîz beriya civîna civata giştî ya 'NY' wê dewleta Filistînê nas bike

 

Wezareta Karên Derve ya Portekîzê jî ragihand ku ew ê yekşema bê beriya civîna Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, dewleta Filistînê bi fermî nas bike ku tê de nêzîkî 10 welatên din jî wê heman tiştî bikin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24