Li ser vê axê ne şer bi dawî dibe, ne rêyên alîkariyê bi temamî têne vekirin ne jî çareseriyên diploamtîk têne dîtin, herî dawiyê jî nexweşî û vîrus belav dibin, êdî derdekî bê derman e, zimanhalê xelkê Xezeyê wisa dibêje.
Lêkolîneke nû ya bijîşkî li Brîtanyayê hatiye belavkirin, tê de balê dikşîne ser vê yekê ku çend nexweşiyên vegirtî li Xezeyê belav bûne ku eger derman jî bê bikaranîn ti bandorê li nexweşan nake û her ku diçe nexweşî girantir dibe.
Hamas li Qahîreyê dest bi hevdîtinan dike
Ji hêla siyasî ve jî, biryar e ku şandeyek ji Hamasê derbarê rawestandina êrîşa li ser Xezeyê û gihîştina alîkariyan bo nav herêmê, îro li Qahîreyê dê dest bi hevdîtinan bike.
Netanyahu: Divê niştecihên Xezeyê ji deverên şer derkevin
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu ragihand ku Îsraîl wê destûrê bide niştecihên Xezeyê yên ku dixwazin ji ber şer birevin ku derkevin û Îsraîl ji bo şandina Filistîniyên Xezeyê bo Sûdana Başûr hevdîtinan dike.
Di vê mijarê de, Netanyahu bal kişand ser çûyîna penaberan di dema şerên li Sûriye, Ûkrayna û Efxanistanê de û got ku ew derfetê didin niştecihên Xezeyê ku berî her tiştî ji deverên şer derkevin.
Christopher Luxon: "Netanyahu hişê xwe winda kiriye"
Serokwezîrê Zelanda Nû Christopher Luxon jî ku welatê wî xwe amade dike dewleta Filistînê nas bike, got ku Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu "hişê xwe winda kiriye".
Luxon ji rojnamevanan re got ku nebûna alîkariya mirovî, koçberkirina bi darê zorê ya nifûsê û desteserkirina Xezeyê bi rastî jî tirsnak in.
Sekreterê Giştî yê NY bangeke nû li Îsraîlê kir
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres derbarê îdiayên tundiya zayendî ya li dijî girtiyên Filistînî, ji hêla hêzên çekdar û ewlehiyê yên Îsraîlê ve, hişyariyek da Îsraîlê.
Guterres bang li hikûmeta Îsraîlê kir ku ji bo misogerkirina rawestandina hemû kiryarên tundiya zayendî, tedbîrên pêwîst bigire.