Endonezya: Eger Konseya Aştiyê sûdê nede Filistîniyan, em ê jê vekişin

Biryara Endonezyayê ya beşdarbûna leşkeran ji bo Hêza Îstîqrara Xezeyê, ji hêla pispor û komên Îslamî yên li welêt ve hate rexnekirin. Vê yekê jî hişt ku Serokê Endonezyayê Prabowo Subianto bibêje "ger konseya aştiyê ji bo Filistîniyan ne sûdmend be em ê jê vekişin."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Beriya demekê konseya aştiyê, ji aliyê Serokê DYA'yê Donald Trump ve, ji bo çareserkirina pirsgirêka Xezeyê, hate damezrandin.

Serokê Endonezyayê Prabowo Subianto got ku ew ê ji konseya aştiyê vekişe, ger ji bo Filistîniyan ne sûdmend be.

Beşdarbûna Endonezyayê di konseyê de, wekî neteweya herî qelebalix a cîhanê ye û bi piraniya nifûsa wê Misilman in.

Karbidestekî Amerîkî piştrast kir ku rewşa ewlehiyê ya li Rojhilata Navîn dikare bandorê li dema bicihkirina hêza îstîqrarê ya navneteweyî bike.

Biryara bicihkirina hêza îstîqrarê ji hêla Konseya Ewlekariyê ya NY ve, hatiye destûrkirin û Endonezya beşdarekî sereke yê wê ye.

Her wiha rayedarekî rêveberiya Trump piştrast kir ku ew nîqaşê bi hevkarên xwe yên Endonezyayî re berdewam dikin, ji bo bicihkirina hêza îstîqrarê.

Wezîrê Derve yê Endonezyayê Sugjono got ku hemû nîqaşên di derbarê Konseya Aştiyê de, ku wê çavdêriya avakirina hêza îstîqrarê bike, ji ber şerê bi Îranê re rawestiyane.

Fermandarê Amerîkî yê Hêza Îstîqrarê da zanîn ku armanca konseyê alîkariyê ji nû ve avakirina axa Filistînê ye.

Her wiha meha borî hate ragihandin ku cîgirê Hêza Îstîqrarê wê Endonezyayî be.

Encûmena zanyarên Îslamî ya Endonezyayê ku dezgeheke welêt a olî ya pêşeng e, berê ji Endonezyayê xwestibû ku ji ber rola Amerîkayê di şerê Îranê de ji konseyê vekişe.

Rexnegiran gotin ku beşdarbûna Endonezyayê piştgiriya wê ya demdirêj ji bo doza Filistînê têk dibe.

Nahdlatul Ulema, rêxistina Îslamî ya herî mezin a Endonezyayê ye.

 

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye