Netenyahu: Lihevkirina bi Sûriyê re bi mercê herêmeke bêçek pêkan e

Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu eşkere kir, divê lihevkirina bi Sûriyê re parastina prensîbên Israîlê, di nav de jî herêmeke bêçek ji Şamê heta Çiyayê Şêx, vehewîne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Netanyahu dema çû serdana leşkerên Israîlê yên di bûyerên Beyt Cin de birîndar bûbûn diyar kir, piştî bûyerên 7`ê Cotmehê, em li ser parastina bajarokên xwe yên li ser sînor pir hişk in û got:

"Divê em nehêlin terorîst li ser sînorê me xwe bi cih bikin û em hevkarên xwe yên Durzî biparêzin."

Ev daxuyaniyên Netenyahu piştî rojekê ji hişyariyên serokê Amerîkayê Donald Trump bo Israîlê, ku aramiya Sûriye û rêveberiya wê ya nû nehejîne.

Trump li ser Truth Social nivîsand:

"Pir girîng e ku Israîl diyalogeke xurt û rasteqîn bi Sûriyê re bike û tiştek neqewime ku rê li pêş pêşveçûna Sûriye bo welatekî geş asteng bike."

Ev daxuyaniya Trump piştî çend rojan ji operasyoneke xwînî ya hêzên Israîlê li başûrê Sûriyê hat.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye