Li Hesekê û Qamişloyê di gulebarana ketober de 2 kesan jiyana xwe ji dest da

Dema pêşwazîkirina dîlgirtiyan li Qamişloyê û Hesekê ji ber teqandina ketober a guleyan, 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 7 jî birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Duh 8'ê gulanê di dema berdana dîlgirtiyan de ku ji aliyê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ve hatibûn girtin, xizmên dîlgirtiyan ketober gule reşandin.

Ev berdana bêserûber a guleyan bû sedema mirin û birîndarbûna çend welatiyan.

Di encamê de, li Qamişloyê zarokekî jiyana xwe ji dest da û 7 jî birîndar bûn.

Mihemed Elî Demhat Reşîd ê 5 salî beriya ku di koma 4'emîn de vegere Efrînê, duh di encama teqandina ketober a guleyan de jiyana xwe ji dest da.

Bi giştî 2 welatiyan jiyana xwe ji dest da û 7 jî birîndar bûn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye