Welatiyên Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê nameyek ji Fermandarê Giştî yên Hêzên Sûriya Demokratîk QSD`ê Mazlûm Ebdî û Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya Danûstandinan re şandin.
"Em bi berdewamkirina berxwedanê ve girêdayî ne"
Welatiyên her du taxan di nameyê de diyar kirin ku ev dorpêç, vîn û rûmeta wan armanc digire û gotin: "Em biberdewamkirina berxwedanê ve girêdayî ne. Berxwedana li Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tê kirin, berdewamiya nirxên şoreşê ye. Divê karên siyasî û meydanî werin kirin da ku dorpêça li dijî taxên wan were rakirin. Hikûmeta Veguhêz berpirsyariya tevgerên komên xwe yên bê dispilîn radike. Divê ji nêz ve wan bişopîne, ji ber ev kom Peymana 1ê Nîsanê û 10ê Adarê bin pê dikin."
Meclisa tendirustiyê ya Şêxmeqsûdê daxwaza rakirina dorpêçê dike
Li aliyekî din jî Meclisa Tenduristiyê ya Taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zeyd li Nexweşxaneya Xalid Fecir daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev dorpêç ji aliyê komên girêdayî Wezareta Parastinê ya Sûriyê ve hatiye sepandin û wiha hate got: "Rê û derbasgehên ku diçin her sê taxan girtî ne, kontroleke hişk tê kirin. Derbasbûna pêdiviyên bingehîn, yên weke sotemenî (mazot û benzîn), gaz û derman, tên astengkirin."
Dorpêç didome û bandorê li jiyana sivîlan dike
Her wiha hişyarî hate dayîn ku eger dorpêç dewam bike dê zirarên mezin bighêjin qada tenduristiyê û jiyana sivîlan.
Her wiha meclisê rayedarên Hikûmeta Şamê û Encûmena Parêzgeha Helebê weke berpirsiyarê vê dorpêçê dîtin û ev dorpêç weke sûncekî li dijî mirovahiyê bi nav kirin.
Di dawiyê de meclisa Tendirustiyê daxwaza rakirina bilez a dorpêçê û doza garantîkirina gihandina bêsînor a pêdiviyên bingehîn kir.