28’ê Kanûna 2025’an li Sûka Girtî ya Tehranê esnafan li dijî pirsgirêkên aborî, çalakî dan destpêkirin. Çalakî demek kurt li seranserî welêt belav bûn, di roja 8’an de jî li gelek bajaran bi dirûşmeyên dijberê rejîmê dewam kirin.
Li bajarên Kirmaşan, Loristan, Hamedan, Fars, Îlam, Chaharmahal û Bakhtiarî û bajarên girêdayî eyaleta Îsfahanê; Malekshahî, Hamedan, Harsin, Nurabad (Delfan), Kuhdasht, Azna, Lordegan, Fooladshahr û Marvdasht, mirin çêbûne.
Li gorî agahiyên çavkaniyên cur be cur, kesên di dema protestoyan de hatine kuştin 17 kes Kurdên Lor in, yek ji pêkhateya olê Yarsan û kesek jî li Hamedanê Fars e.
Rêxistina Mafê Mirovan a Herana têkildarî rewşa dawî ya xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê raporek belav kir. Rêxistina Mafên Mirovan diyar kir ku di hefteyekê de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, herî kêm 582 xwepêşander ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine binçavkirin û herî kêm 16 xwepêşander di nav de ciwanek 17 salî, hatine qetilkirin.
Hate diyarkirin ku odeyên 15 û 16 yên Girtîgeha Kerecê ji bo binçavkirina xwepêşanderan hatine amadekirin, li gel vê jî 200 xwepêşanderên hatine binçavkirin û şandine Girtîgeha Qumêyê. 81 xwepêşander li bajarokê Yasucê ya ser bi parêzgeha Kohgîluye û Boyer Ehmed hatine binçavkirin. 70 ji wan temenê wan dibin 18 salî dene û şandien girtîgeha Yasuc.
Têkildarî hejamara xwepêşandanên hatine lidarxistin de jî Rêxistina Herana agahiyan belav kir û wiha ragihand: “Di nava 8 rojên borî de, 174 xwepêşander li 60 bajarok û 25 parêzgehan hatine lidarxistin. Ji vê hejmarê 18 çalakiyên xwendekaran li 15 zanîngehan hatin lidarxistin. Dirûşmeyên xwepêşanderan behsa aborî û debara jiyanê dikin, rexne li şêwazê rêveberiyê ku azadiyên takekesî, civakî û dadperwer sînordar dikin, kirin.”