Roja şemiyê wê 397 şervanên QSD'ê werin berdan

Nûnerê Serokomarê Sûriyê Ehmed Hilalî ragihand ku roja Şemiyê wê 397 şervanên QSD'ê werin berdan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Nûnerê Serokomarê Sûriyê Ehmed Hilalî li ser hesabê xwe yê Medya dijîtal ragihand ku roja Şemiyê wê 397 dîlgirtî bên berdan.

Ehmed Hilalî ragihand ku di bin çavdêriya tîma serokatiyê de û bi hevrêziya bi Rêveberiya Îstîxbarata Giştî, Fermandariya Hêzên Ewlekariya Navxweyî û Rêveberiya Zindanan, amadekariya berdana dîlgirtiya tê kirin.

Nûnerê Serokomarê Sûriyê eşkere kir ku roja Şemiyê 397 şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) wekî beşek ji pêkanîna peymana 29'ê çileyê, wê werin berdan.

Her wiha Nûnerê Serokkomarê Sûriyê wiha got:

"Divê were zanîn ku di rojên dawî de ji bo berdana dîlgirtiyan berê bernameyek tune bû, berevajî tiştên ku li ser rûpelên nefermî belav bûne.

QSD'ê wê koma dawîn a girtiyên ku bi tawanên têkildarî şoreşa Sûriyê hatine girtin berde.

Di qonaxa pêş de, QSDê li gorî mekanîzmayên lihevkirî, dê dest bi radestkirina hemî navendên binçavkirinê û zindanan bike.

Hejmarek ji cenazeyên ku li herêma Deir Haferê hatine dîtin hatine belgekirin û bi rêya Wezareta Rêveberiya Awarte û Karesatan wê radestî malbatên wan werin kirin.”

Ehmed Hilalî di dawiyê de got ku ji bo vegera koçberan û ewlehiya vegerê ew nîqaşê dikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye