Li bajarê Bokanê gef li hunermendên Kurd hat xwarin

Amerîka û Îsraîl êrîşî Komara Îslamî ya Îranê dikin û rayedarên Îranê jî êrîşî welatiyên xwe dikin. Herî dawî, hêzên ewlekariyê yên Îranê li bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê gef li hunermnedên Kurd xwarin. Rêveberiya Itîlaat biryar daye ku stranên Kurdî, ên ku behsa nasname û taybetmedniya Kurdî dikin, bên qedexekirin. Berî hefteyekê jî dengbêjê Kurd Seyid Elî Qûreyşî hat girtin û heta niha cih û rewşa wî nayê naskirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ev der bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê ye.

Tevî derbasbûna 54 salan di ser koça wî ya dawî re, lê heta niha dengê hunermendê navdar Hesen Zîrek li vî bajarî tê bihîstin.

Dengê şimşal, bilûra Qalemere li nav mal bi malên vî bajarê ku têde ji dayik bûye, bilind dibe.

Îranê stranên taybet bi nasnameya Kurdî qedexe kirin

Herî dawî jî, li cih û warê Hesen Zîrek, Qalemere û Osmane Sûr, gef li hunermendan tê xwarin, hêzên ewlekariyê yên Komara Îslamî ya Îranê gefê li hunermendan dixwin û plan kirine ku Bokanê bêdeng bikin.

Biryara qedexekirinê li bajarê Bokanê tê bicihkirin

Navend û saziyên medyayî yên Rojhilatê Kurdistanê ragihandin ku rêveberiya Itîlaat a Komara Îslamî bi rêya telefonê, tevahiya hunermendên bajarê Bokanê û derdorê agahdar kirine, ku êdî nabe ew stran bêne gotin ku tê de behsa nasname û taybetmendiya Kurdî tê kirin.

Li gor biryara Istîxbaratê ev stran qedexe ne û çi kesê ku bibêje, wê bê girtin û bi tundî bê cezakirin.

Hunermend Seyid Elî Qûreyşî hatiye girtin

Berî hefteyekê jî, dengbêjê bi nav û deng yê Bokanê, Seyid Elî Qûreyşî ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Komara Îslamî ya Îranê ve hat girtin, heta niha cih û rewşa wî nayên zanîn û nahêlin malbata wî jî wî bibîne.

Tevî tundiya êrîşên 28’ê sibatê yên li ser Komara Îslamî ya Îranê ku di roja yekem de rêberê bilind ê Şoreşa Îslamî ya îranê Elî Xamineyî hatibû kuştin û 40 rojî li ser hev navendên leşkerî, dezgehên nukleerî û cihên hikûmetê ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve hatibûn bombebarankirin, lê rayedarên Tehranê dest ji girtin û sêdaredanê bernedane.

HRANA: 30 çalakvanên siyasî hatine bidarvekirin

Li Rojhilatê Kurdistanê navê Komara Pet û Sêdare li Komara Îslamî ya Îranê tê kirin, ew jî ji ber ku cezaya ku herî zêde tê bicihkirin, bidarvekirin, sêdaredan e.

Herî dawî jî, ajansa HRANA’yê ya mafê mirovan ragihand ku herî kêm 30 çalakvanên siyasî di van 3 mehan de hatine bidarvekirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye