Li Îranê xwepêşandanên ku ji aliyê esnafên Sûka Tehranê ve yên li hemberî kêmbûna nirxê riyalê ya li hemberî dowîzê û zêdebûna buhayê tiştan hate destpêkirin, li seranserê welêt belav bûn. Xwepêşandan li bazara telefonên berîka destpê kir, piştre belavî bajarên weke Karac, Şîraz, Îsfehan, Meşhed, Kirman û Keşmê bûn û di rojên dawî de li zanîngehan jî xwepêşandan tên lidarxistin.
Piştî ku li zanîngehan jî xwepêşandan hatin lidarxistin Serkkomarê Îranê Mesut Pezeşkiyan duh daxuyaniyek da û di daxuyaniya xwe de diyar kir ku zanîngeh û saziyên dewletê bi hinceta ‘teserûfa enerjiyê’ demkî hatine girtin. Li Îranê enflasyon gihîştiye ji sedî 52’yan û riyal li hemberî dolarî daketiye asta 1 milyon 400 hezarî.
Navên kesên ku di xwepêşandanên ku ev heft rojin berdewam dikin de jiyana xwe ji dest dane hatin eşkerekirin.
Li gorî vê yekê; Li bajarê Fuladşehir ê Îsfahanê Daryuş Ansarî Bahtiyarvend (37), li bajarê Kuhdeşt ê Lorestanê Emir Hesam Hudayariferd (22), li bajarê Eznayê Şayan Esedullahi (28) û Mustafa Fallahi (15), li Çarmahal û Lordegana girêdayî Bextiyariyê Ahmed Celil (21) û Seccad Valameneş Zilayi (28) û li bajarê Mervdeşt ê girêdayî eyaleta Fars jî Xodadad Şirvani jiyana xwe ji dest dane.
Hate ragihandin ku di çarçoveya xwepêşandanan de heta niha 29 welatî hatine binçavkirin.
Di xwepêşandanan de li gel daxwazên aborî li dijî zexta polîtîk a li welêt zêde dibe jî nerazîbûn hatin nîşandan.