Koma Amed yek ji komên pêşengên muzîka Kurdî ye û bi berhemên xwe yên girîng ve derketiye pêş. Li Amedê bi tevlebûna bi deh hezaran kesî konserek mezin li darxist.
Berî konsêrê û piştî konsêrê komê serdana gelek saziyan li bajêr kir û bi sedan kesan re hate ba hev. Endamên komê li kolanên Sûrê geriya û bîranînên xwe nû kirin.
Endamê Koma Amed Suleyman Çarnewa derbarê konsêra dîrokî de ji ajansa ANFê re axivî û nirxandinan kir.
"Vegera me wekî ji nû ve dayikbûn e"
Suleyman Çernewa, ev veger wekî "ji nû ve dayikbûn" bi nav kir û got :"Piştî 30 salan li ser axa xwe rawestan ji bo min wekî ji nû ve hatina dinyayê bû."
Çarnewa li hemberî eleqeya gel heyecana ku jiyan kir bi van gotinan nirxand: "Nêzîkatiya gel a li hemberî hunermendê xwe çiqas bi nirex e. Ev eleqe hem me hestiyar kir hem jî wêrekî da me."
Suleyman Çarnewa anî ziman ku konsêra hat lidarxistin ji bo wan wateya xwe dîrokî ye û wiha lê zêde kir :"Konsêr tenê çalakiyeke muzîkî nîne, di heman demê de pêvajoyeke hunerî ye ku bi rabirdûyê re têkiliyê temam dike."
"Bêyî aştiyê dengê hunerê bilind nabe"
Hunermend Suleyman Çarnewa, derbarê pêvajoya aştiyê ya ku di 27'ê Sibatê de ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin dejî axivî û got:" Bêyî aştiyê dengê hunerê bilind nabe. Em ê wekî Koma Amedê ji niha û pê ve ji bo aştiyê, xwişk-biratiyê û yekitiya gelan, hilberînê bidomînin."
Koma Amed di sala 1988'an de hat damezrandin, albuma yekem di sala 1990'î de bi navê "Kulîlka Azadî" de derxist û bi vê albûma xwe dengekî mezin veda.