"Li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî hezar kes winda ye"

Endamê Meclisa Şêwirmendiyê ya Dezgeha Windahiyan Izedîn Salih, diyar kir ku Li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî hezar kes winda ye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Izedîn Salih da xuyakirin ku niha sazî xwe amade dike, ku ji bo dîtina hemû windahiyên li Sûriyeyê, dest bi kar bike.

Salih ragihand ku di sala 2023an de, Neteweyên Yekbûyî, Dezgeha Kar û Barên Windahiyan a taybet bi Sûriyê, damezrandiye da ku li kesên winda bigere, çarenûsa wan diyar bike, girtiyan vegerîne, termên şehîdan vegerîne cih û warê wan û alîkariya malbatên qurbaniyan bikin.

Endamê Meclisa Şêwirmendiyê eşkere kir ku li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî, zêdetirî 10 hezar kes hatine girtin û nêzîkî 100 kes ji wan, veguhastine girtîgehên Tirkiyê.

Salih daxwaz ji desthilata nû ya Sûriyê kir ku hevkariyê bike, da ku ew karê xwe bikin û çarenûsa wan windahiyan zelal bikin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24