Bahçelî ji bo statuya Ocalan nexşerêyek eşkere kir ku ji 7 xalan pêk tê

Serokê Giştî yê MHP`ê Devlet Bahçelî der barê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û statuya Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan de, nexşerêyek ragihand ku ji 7 xalan pêk tê. Bahçelî diyar kir ku ji bo avakarê rêxistinê karibe bandora xwe li ser rêxistinê bidomîne, divê mekanîzmayek bê avakirin û statuya Ocalan hebe."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Netewperest MHP’ê Devlet Bahçelî tekildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û statuya Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan nexşerêyek ragihand ku ji 7 xalan pêk tê.

Devlet Bahçelî diyar kir ku ji bo Abdullah Ocalan karibe li ser rêxistinê bandora xwe bidomîne, divê mekanîzmayek bê avakirin.

7 xalên nexşerêya Devlet Bahçelî wiha ne:

"Pêvajoya Tirkiyê ya bê têror û geşedan

Pêvajoya nû û nexşerê

Mekanîzmaya koordînatoriyê, çerçoveya wê, birêvebirin û armanca wê

Ji bo şopandina pêvajoyê avakirina saziyan ji bo qanûn û birêvebirinê

Tirkiya bê teror, rastî û diyarde

Di avakirina Tirkiya bê teror de rewşa civakî

Encam"

Bahçelî: Pêdiviya Pêvajoyê bi nexşerêyeke nû heye

Serokê Giştî yê MHP’ê bi 7 xalan geşedanên têkildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, banga 27’ê sibatê ya Abdullah Ocalan nirxand û ev tişt anî ziman:

"Pêvajo hatiye qonaxeke girîng. Di danûstandin û danîna têkiliyê de kêmasiyek heye û ji bo wê pêdivî bi nexşêrêyeke nû heye."

"pêvajoya Aştiyê û koordînatoriya siyasî dê bibin statuyeke guncav"

Bahçelî destnîşan kir ku divê statuyeke guncav a Abdullah Ocalan hebe û wiha got:

"Pergalên jihevcuda dê pêvajoyê zahmet bikin û gengaz e provokasyonan zêde bikin.

Ji bo me mekanîzmaya pêvajoya aştiyê û koordînatoriya siyasî dê bibe statuyeke guncav."

Bahçelî tekezî li ser pêwîstiya bi "nexşerêyeke nû" kir û wiha berdewamî da nirxandinên xwe:

"Li şûna ku bibe serokê damezrîner ê PKK’ê ya fesixkirî, divê avahiyek were avakirin ku Ocalan karibe bandora xwe li ser rêxistinê bidomîne."

Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî diyar kir ku di pêvajoya berdewam de, ji bo çareserkirina meseleya Kurdî, destpêşxeriyeke nû pêwîst e.

Bahçelî: Divê muxatab bi awayekî zelal were destnîşankirin

Devlet Bahçelî, der barê pênase û çarçoveya mekanîzmaya kordînasyonê de ev hûrgilî parve kirin: 

"Girîng e ku di pêvajoyên hilweşandina terorê de muxatab bi awayekî zelal û bêguman were destnîşankirin.

'Kordînatorê Pêvajoya Aştiyê û Siyasîbûnê' dikare di vî warî de pênaseyeke statuyê ya guncav be.

Li gel girtina wî ya berdewam, statuya kordînatoriya Ocalan dê bi pêvajoya tasfiyekirina rêxistinê re sînordar be.

Ji ber vê yekê, ev kordînasyon mijarên wekî rêber û nûnertiya Kurdan, an jî parêzvaniya mafên etnîkî û kategoriyî nagire nava xwe.

Divê mafê hevdîtinên bi dezgehên medyayê, rêxistinên civaka sivîl û derdorên akademîk re ji bo Birêz Ocalan bê dayîn."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye