Sîrwan Xoşnemek li ser sînorê Merîwanê hat kuştin

Kolberê ciwan ê Kurd bi navê Sîrwan Xoşnemek, li ser sînorê navçeya Merîwanê bi guleyên rasterast ên Hêzên Parêzvanên Sînor hat kuştin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Kolberekî ciwan ê ji gundê Dumalê yê Merîwanê ku bi navê Selah Xoşnemek jî tê naskirin, dema ku li bilindahiyên sînorên vî bajarî bar hildigirt, bi gulebarana rasterast a Hêzên Parêzvanên Sînor hat kuştin.

Li gorî agahiyan, ev duyemîn bûyer e ku hêzên Îranê bi awayekî rasterast kolberan armanc dikin û dikujin.

Li gorî raporekê ku ji aliyê Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ve hatiye weşandin, Sîrwan Xoşnemek li bilindahiyên sînor ên Weysê yên navçeya Merîwanê, karê kolberiyê dikir.

Rêxistinê her wiha da zanîn ku Xoşnemek bêyî hişyariya ji aliyê Parêzvanên Sînor ve hat gulebarankirin û ji ber birîna xwe ya giran, jiyana xwe ji dest da.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye