Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê îro bi rojeva hevdîtina bi Rêberê Damezriner a PKK'ê Abdullah Ocalan re û sererastkirinên qanûnî civiya.
Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş beriya civînê bi koordînatorên partiyên siyasî re civiya, lewma civînê hinekî dereng dest pê kir.
Numan Kurtulmuş, di destpêka civînê de axivî û anî ziman ku xebatên komîsyonê derbasî pêvajoya herî hesas û krîtîk bûye û got:
"Ji vir şûnde jî em ê peywira xwe ya dawî bi cih bînin û encama bi dest xistî pêşkeşî Lijneya Giştî ya Meclisê bikin."
KURTULMUŞ: DIVÊ EM HIŞYAR BIN
Bi domdarî Kurtulmuş diyar kir ku komîsyon jî bi lixwegirtina berpirsyariyên dîrokî vê pêvajoya dîrokî bi cih tîne û wiha axivî:
"Eşkereye ku em derbasî pêvajoyeke hesas dibin û hewceye em di pêvajoya nû de gelek baldar bin."
Kurtulmuş bi lêv kir ku êdî ew derbasî qonaxa amadekirina raporan dibin û axaftina xwe wiha domand:
"Em niha jî derbasî pêvajoya amadekirina raporê dibin. Bi amadekirina raporê re dê qonaxeke girîng were derbaskirin û em berpirsyartiya dikeve ser milê xwe jî bi cih bînin."
JI BO ÇAPEMENÎ HIŞYARÎ HATE DAYÎN
Nûman Kurtulmuş bal kişand ser zimanê ku tên bikaranîn û wek hişyarîyekê wiha got:
"Di vir de berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê çapemeniya me jî. Ji bo pêvajo nebe mijara magazînê divê em pir hewl bidin. Her wiha hewceye em li uslûb û kiryarên xwe hişyar bin. Ev mesele ne meseleya partiyekê yan jî çend partiyan e. Meseleya hemû Tirkiyê ye, ya 86 milyon welatiyan ne."
DIBE KU DAXWAZA XWENDINA GIRTEKAN NEYÊ QEBÛLKIRIN
Li aliyekî din jî hat diyarkirin ku DEM Partiyê xwestiye girtekên hevdîtina li Îmraliyê bên eşkerekirin lêbelê AKP û MHP li dijî vê derketine.
Tê payîn ku piştî nîqaşê, dê komîsyon xwendina girtekan an ravekirinê bixe dengdayînê.
Piştî dengdayînê ger 26 endamên AKP'ê û MHP'ê di mijara nexwendina girtekan de tev li komîsyonê bibin, komîsyonê girtekan parve neke û dê tenê bi ravekirinê ve sînordar bimîne.
Ger biryara sînordariya bi ravekirinê bê dayîn, tê payîn ku civîn ji bo beşdariya çapemeniyê vekirî be.