Li Bakûrê Kurdistanê 16 baroyan encamnameya civîna xwe eşkere kir

16 baroyên li Bakurê Kurdistanê encamnameya civîna xwe eşkere kirin û gotin ku ji bo çareseriya mayinde ya pirsgirêka Kurd, divê serweriya hiqûqê bingeh bê girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li bakurê Kurdistanê 16 baroyan di 4’ê cotmehê de li Baroya Dêrsimê, civînek li dar xist.

 Encamnameya civînê bi beşdariya serokên baroyan hat eşkerekirin.

 Di encamnameyê de, tundiya li dijî parêzeran hate şermezarkirin. Hate gotin ku fealiyetên parêzeran dibin mijara darizandinê û bi vê yekê re, mafê parastin û fealiyetên edaletê tên binpêkirin.

Bi domdarî hat destnîşankirin ku xurtkirina parastin û temînatên pîşeyî û aborî, yek ji hêmayên sereke yên rêgeza dewleta hiqûqê ye.

Baroyan bal kişandin ser pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd û wiha anîn ziman: “Çareserkirina vê pirsgirêkê, rê li ber binpêkirinên mafan ên giran û bêîstîqrariyê vekirî, jiyanî ye. Şertê sereke yê aştiya civakî û pêşerojeke demokratîk, cîbicîkirina hemwelatiya wekhev û edaletê ye.”

Hat gotin ku tevî biryara xwefesixkirina PKK’ê jî, sepanên qedexeker ên li ser zimanê Kurdî, pratîkên darazî û îdarî yên li dijî ruhê pêvajoyê, bêbaweriyê zêde dikin.

Baroyan bi bîr xist ku “Çareseriya mayinde; bi bingehgirtina serweriya hiqûqê, siyaseta demokratîk û misogeriya mafên sereke, pêkan e.”

 

Daxwaz hat kirin ku biryarên DMME’yê bên cîbicîkirin

  

Derbarê biryarên DMME’yê yên têkildarî siyasetmedaran de, daxwaz hat kirin ku biryar bên cîbicîkirin û siyasetmedarên girtî, serbest bên berdan.

Baroyan, îşaret bi binpêkirinên li dijî girtiyên nexweş kir û dan zanîn ku li gorî xala 17’emîn a Destûra Bingehîn û xala 3’yan a DMME’yê dikeve çarçoveya îşkence û kiryarên xerab û gotin: “divê mafê tedawiyê bê bicihkirin, raporên tenduristiyê yên serbixwe yên di pêvajoya sekinandina înfazê û tehliyeyan de bên bingehgirtin.”

 

Divê biryarên DMME’yê yên têkildarî “mafê hêviyê” werin bicihanîn

 

Baroyan, bal kişandin ser biryarên DMME’yê yên têkildarî “mafê hêviyê” û gotin bicihneanîna vî mafî li dijî rûmeta mirovahiyê ye û bang li dewletê kirin ku di Qanûna Înfazê de, tavilê sererastkirinan bike û “Mafê hêviyê” cîbicî bike.

Herî dawî jî, baroyan da zanîn ku serxwebûna meqamên darazê, rêgeza sereke ya dewleta hiqûqê ye, divê li gorî îktîdara siyasî tevnegere û biryarên dawî yên li dijî rojnameger, hunermend û parastvanên mafên mirovan li dijî xala 138’an a Destûra Bingehîn e.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24