Rêxistina Demokratîk a Yarsanan : Me deriyê xwe li ti partî û rêxistinên siyasî negirtiye

Encûmena Navendî ya Rêxistina Demokratîk a Yarsanan (SDI) bi daxuyaniyekê rexne li partiyên Rojhilatê Kurdistanê kir û got: "Me deriyê xwe li ti partî û rêxistinên siyasî negirtiye, lê belê Hevpeymaniya Kurdistaniyan me qebûl nekir."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

5 partî û aliyên Rojhilatê Kurdistanê 23'ê Sibata 2026'an Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê ragihandibûn.

 

Ev Hevpeyman ji PDK-Î, PJAK, PAK, Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê û Sazmana Xebata Kurdistana Îranê pêk tê.

 

Pişt re Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê jî tevlî wê hevpeymaniyê bûbû.

 

Encûmena Navendî ya Rêxistina Demokratîk a Yarsanan (SDI) ku rêxistineke siyasî ya Kurd e, bi daxuyaniyekê rexne li partiyên Rojhilatê Kurdistanê kir.

 

Encûmenê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku wan her dem ji bo berjewendiya gel, gelek caran hewl dane diyalog, hevahengî û hevkariya di navbera partiyên Kurdan de çêbike û got:

 

"Me deriyê xwe li tu partî û rêxistinên siyasî negirtiye.

 

Lê belê ev partî di pratîkê de, ne amade bûn Rêxistina Demokratîk a Yarsanan di pêvajoya pêkanîna vê hevpeymaniya nû de qebûl bikin."

 

 

Rêxistina Demokratîk a Yarsanan: Daxwazên me hatin paşguhkirin

 

 

Encûmena Navendî ya Rêxistina Demokratîk a Yarsanan got  ku partiyên hevpeymaniyê daxwazên fermî yên wan paşguh kirine.

 

Li gorî daxuyaniya Encûmenê , beriya avakirina vê hevpeymaniyê, wan daxwazeke fermî ji bo avakirina encûmeneke hevkariyê ji bo partiyên hevpeymaniyê şandiye, lê wan tu bersivên erênî wernegirtine.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye