Îran plan dike ku avê ji welatên cîran bikire

Hikûmeta Îranê, ji ber kêmbûna avê û hişkesaliyê, plan dike ku avê ji welatên cîran bikire.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezîrê Enerjiyê yê Îranê Ebas Elî Abadî, roja çarşemê, got ku "Ger welatek hebe ku bixwaze avê bifroşe, em ê wê bikirin."

Li gorî Ajansa Çapemeniyê ya Almanî (DPA), Îranê mijara îtxalkirina hilberînên ku gelek av dixwazin jî xistiye rojeva xwe.

Piraniya welatên cîran ên Îranê, di nav wan de, Îraq, Afganistan û herêmên sînorî yên Pakistanê, pirsgirêka ziwabûn û kêmbûna avê dikişînin. 

Ermenistan jî, xwedî rezervên avê yên rêjeyên mezintir e.

Îran, yek ji welatên herî hişk ên cîhanê ye.

Pisporan, dan zanîn ku di salên dawî de, rêjeya baranê pir kêm bûye.

Di heman demê de, hişkesalî û diyardeyên din ên hewayê yên dijwar zêde dibin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye