Bozan: Ji bo baweriya bi pêvajoyê civak li benda gavên şênber e

Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan li ser qonaxa duyemîn a pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" axivî û anî ziman ku belavbûna pêvajoyê bi demê re di nava civakê dibe sedema bêbaweriyeke cidî.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan li ser qonaxa duyemîn a pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" axivî û anî ziman ku belavbûna pêvajoyê bi demê re di nava civakê dibe sedema bêbaweriyeke cidî.

 

Alî Bozan anî ziman ku sal û nîvek e civak li benda gavên şênber ên têkildarî pêvajoyê ye û got, "Heta ku ev gav neyên avêtin wê baweriya civakê ya bi pêvajoyê her roj kêm bibe."

 

Bozan anî ziman ku ji Cotmeha 2024'an û vir ve dewlet pêvajoyê dereng dixîne û ragihand ku di nava civakê de hêvî heye, lê bawerî neafiriye.

 

 

'Piraniya gavên şênber ji aliyê tevgera Kurd ve hatin avêtin'

 

Parlamenterê DEM Partiyê diyar kir ku piraniya gavên şênber ên heta niha hatine avêtin ji aliyê Tevgera Azadiyê ya Kurd ve hatine avêtin, li aliyê dewletê gaveke pratîkî nehatiye avêtin.

 

Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan ragihand ku ev yek ji kêmasiyên herî mezin ên pêvajoyê ye û got, "Pêwîste dewlet bi lez dawî li vê kêmasiyê bîne."

 

Alî Bozan destnîşan kir ku qanûnên dema derbasbûnê ku weke "qanûna pêvajoyê" jî li nava raya giştî tê naskirin, bêyî derengxistinê bikeve rojeva Meclîsê û anî ziman ku ev yek wê ji bo paşeroja pêvajoyê bibe gaveke girîng.

 

Bozan ragihand ku Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de berdana girtiyên ji doza Kobanê yek ji gavên cihê baweriyê û tedawîdkirina girtiyên nexweş pêwîstiyê bi sererastkirineke nû ya qanûnî nabîne, di çarçoveya qanûnên heyî de dikare pêk were.

 

 

'Statuya Ocalan divê bi rengekî hiqûqî zelal bibe'

 

Parlamenterê DEM Partiyê  bi bîr xist ku Rêber Apo 27 sal in li Girtîgeha Îmraliyê girtî ye, dewlet pê re hevdîtinên fermî dike û destnîşan kir ku pêwîste statuya Rêber Apo ji aliyê hiqûqî ve zelal bibe û bingeha hiqûqî ya vê yekê jî 'mafê hêviyê' ye.

 

Ji bo vê jî xwest ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê yên têkildarî mafê hêviyê bi cih bê anîn û bi sererastkirineke biçûk a li qanûna înfazê re ev yek dikare bê kirin.

 

'Perwerdeya bi zimanê dayikê maf e'

 

Parlamenterê DEM Partiyê  Alî Bozan ragihand ku di bingeha pêvajoyê de garantîkirina ziman, nasname û çanda Kurdan a bi destûra bingehîn û qanûnan heye û anî ziman ku perwerdeya bi zimanê dayikê mafek e.

 

Alî Bozan got, "Divê e maf êdî ne mijara nîqaşê be" û li Meclîsê di vê der barê de sererastkirinên qanûnî bi şênberî bêne kirin.

 

'Civak li benda gavên şênber e'

 

Bozan çavdêriyên xwe yên ji qadê ragihand û anî ziman ku civak sal û nîvek e li benda gavên şênber e û got, "Heta ku gavên şênber neyên avêtin baweriya civakê ya bi pêvajoyê wê her roj hîn kêmtir bibe."

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye