Li gorî rêxistinên mafên mirovan, girtiyê bi navê Siyamek Ebas Zada li girtîgeha navendî ya Kezwînê hat bidarvekrin.
Her wiha 4 welatiyên Ereb ku 3 ji wan di bin 18 salan re bûn, ji aliyê hêzên ewelehiyê yên Îranê ve li Ehwazê hatine girtin.
Beriya niha jî, Rêxistina HANA’yê ku vê pêlê dişopîne, eşkere kir ku 4 welatiyên Kurd li Mehabadê jî hatine girtin.
Ev her çar welatiyên ku hatine girtin, ev in:
“Sabir Îranyatî, Kemal Pîran Pûr, Mustefa Îbrahîmî, Serdar Astad Ehmedî”.
Ev her çar welatî ji bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê ne.