Şêniyên Efrînê, di derbasbûna malên xwe de rûbirûbuyî wêraniyeke dijwar bûn.
Dîmenên ku li Efrînê hatine kişandin, asta wêranbûnê nîşan didin, dîwar û sîramîkên xaniyan hatine şikandin û derî, pencere û hemû tiştên di hundirê malan de hatine dizîn.
Ne tenê ev mal, bi dehan malên wêrankirî jî hene.
Niştecihên ku ketibûn Efrînê, xaniyên xelkên wê yên resen talan û wêran kirin.
Li zeviyan jî dar hatin birrîn û baxçeyên fêkiyan hatin wêrankirin.

Koma 5'emîn a koçberan ber bi Efrînê ve bi rê ket
Li rex vê jî, îro piştî nîvro, koma 5'emîn a koçberên Efrînê ku ji nêzî hezar kesî pêk tê, ji bajarê Qamişloyê ber bi warê xwe ve bi rê ket.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 9'ê adarê de koma yekem a koçberên Efrînê ku ji 400 malbatî pêk dihat, vegeriya warê xwe.
Di 4'ê nîsanê de jî koma duyem a koçberên Efrînê ku ji 200 malbatî pêk dihat, vegeriya warê xwe.
Her wiha di 14'ê nîsanê de koma sêyem a koçberên Efrînê ku ji 800 malbatî pêk dihat, vegeriya malên xwe.
Koma çarem jî ku ji hezar malbatî pêk dihat, duh vegeriya Efrînê.