Qeter: Bikaranîna tengava Hurmizê wê krîza kendavê girantir bike

Wezîrê derve yê Qeterê wezîrê derve yê Îranê Ebas Eraqçî hişyar kir û got ku bikaranîna Tengava Hurmizê wekî tektîkeke fişarê, wê tenê krîza kendavê girantir bike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şerê ku Dewletên Yekbûyî-Îsraîl û Îranê li hember hev dest pê kiribû, niha li hemberî welatên kendavê berdewam dike.

Wezîrê derve yê Qeterê Şêx Mihemed bin Ebdulrehman bin Casim ê duyem di peywendiyeke telefonî de ji wezîrê derve yê Îranê Ebas Eraqçî re got:

"Bikaranîna Tengava Hurmizê wekî "tektîkeke fişarê", wê tenê krîza kendavê girantir bike."

Şêx Mihemed zêde kir ku azadiya deryavaniyê prensîbeke bingehîn û neguherbar e.

Wezareta derve ya Qeterê tekez kir ku pêwîst e hemû alî bi hev re di nava navbeynkariyê de bin, da ku şert û mercên guncaw ji bo pêşketina danûstandinan û bidawîanîna li şer biafirînin.

Tankereke gaza xwezayî ya Qeterê di Tengava Hurmizê re derbas bû.

Her wiha tankera gazê saxlem gihaşt Pakistanê.

Di daxuyaniyeke cuda de Wezareta Parastinê ya Qeterê ragihand ku keştiyeke barhilgir a bazirganiyê ya ku ji Ebû Zebî dihat, rastî êrîşekê hat.

Her wiha wezaretê zelal kir ku agir bi beşeke tankerê ket, lê ti ziyanên canî çênebûn.

Kuweyt û Mîrgehên Erebî: Dronên Îranê li qada me ya hewayî bûn

Li aliyekî din, piştî 48 saetan ji aramiya rêjeyî ya di navebra Amerîka û Îranê de, Kuweytê ragihand ku di saetên sibehê de wan çend dronên Îranê li qada xwe ya hewayî dîtine.

Di heman demê de Wezareta Parastinê ya Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî (UAE) ragihand ku berevaniya wan a hewayî du dronên Îranê li qada xwe ya hewayî tune kirine.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye