‘Komeke din a dîlgirtiyan wê di vê hefteyê de were berdan’

Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî bi nûnerê Serokatiya Hikûmeta Veguhêz re hevdîtin pêk anî. Di encama hevdîtinê de hate ragihandin ku di vê hefteyê de wê komeke din a dîlgirtiyan werin berdan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî nûçeya ku malpera fermî ya Hêzên Asayîşê ya Parêzgeha Hesekê parve kiriye, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî bi amadebûna endamê Fermandariya Giştî ya Asayîşê Mehmûd Xelîl, bi nûnerê serokatiyê Ziyad El Ayîş re hevdîtin pêk anî.

 

Hate diyarkirin ku civîn îro li bajarê Hesekê pêk hat.

 

Hate eşkerekirin ku di civînê de mekanîzmaya vegera ewle ya koçberên ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî li herêmên xwe û dabînkirina mercên ewle yên vegerê hatine gotûbêjkirin.

 

Her wiha hate destnîşankirin ku gavên entegrekirina saziyên xizmetguzarî û perwerdeyê ji bo yekkirina hewldanên pêşxistina ewlehî û aramiyê û başkirina asta xizmetan ji welatiyan re, hatin nîqaşkirin.

 

Li gorî malperê, di hevdîtinê de temamkirina pêvajoya pevguhertina dîlgirtiyan hat nîqaşkirin.

Hate gotin ku lihevkirin çêbû ku girtîgeh werin valakirin û di çarçoveyeke birêxistinkirî û ewle de wê komeke nû ya dîlgirtiyan di vê hefteyê de werin berdan.

 

Di dawiyê de hate gotin, ev civîn wek gaveke ji bo xurtkirina lihevhatinên meydanî û bicihanîna wan ku bikevin xizmeta giştî û ewlehiyeke daîmî li herêmê mîsoger bibe.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye