2 kampên PDK’ê li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê hatin armanckirin

2 kampên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê PDKÎ'yê yên li sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê hatin bombebarankirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şevê din 2 kampên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê PDKÎ'yê yên li sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê hatine bombebarankirin.

Kampeke wan a li nêzîkî Balîsanê û Kampa Cêjnîkanê bûn armanca êrîşan.

Hat ragihandin ku êrîş bi mûşek û dronan hatiye kirin.

Di encama êrîşê de tenê zirarên madî derketin.

Ligel berdewamiya agirbest û aloziyên di navbera Amerîka û Îranê de, êrîşên dron û mûşekî yên li dijî partiyên Rojhilatê Kurdistanê zêde bûne.

Her di nava vê mehê de çend êrîş li Koyeyê û navçeyên din ên parêzgeha Hewlêrê hatin kirin.

Her wiha êrîşî Kampa Sûrdaşê ya li parêzgeha Silêmaniyê jî hat kirin.

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye