Di çarçoveya Pêvajoya Aştiyê ya li Tirkiyê de, di 11’ê tîrmeha 2025’an de, li başûrê Kurdistanê merasîmeke çekberdanê ya sembolîk pêk hatibû û komeke gerîlayên PKK’ê çekên xwe şewitandibûn.
Di ser wê merasîma çekşewitandinê re salek derbas dibe, lê li gel vê jî, hikûmet hîn gaveke qanunî neaniye rojeva Parlemetoya Tirkiyê.
Komeleya Mafên Mirovan IHD’ê ku merasîma çekşewitandinê di cih de şopandibû, raporek der barê pêvajoyê de weşand.
IHD’ê Rapora Çavdêriya Pêvajoyê amade kir û di wê raporê de cih da van tiştan:
"Berî ku parlamento bikeve betlaneyê, divê qanûneke çarçoveyê were derxistin.
Divê rola navendî ya Meclisa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyê mayînde bibe.
Divê siyaseta paqij bêyî ku cudahî di navbera partiya desthilatdar û muxalefetê de were kirin, were meşandin.
Divê mekanîzmayên edaleta veguhêz werin damezrandin.
Divê aştî ji dan û standinên navenda Enqereyê were derxistin û li herêmê were bicihkirin.
Divê zimanekî aştiyê yê li ser bingeha mafan were xurtkirin.
Divê pêvajo bi çarçoveyeke 'ewlehiyê' ve sînordar nebe."
Rêveberiya tevgerê: Em di stratejiya têkoşîna demokratîk de bi israr in
Ji aliyekî din ve, Rêveberiya Tevgerê jî bi boneya salvegera 1’emîn a merasîma çekşewitandinê, ango jinavbirina çekan, daxuyaniyek belav kir.
Tevgerê di daxuyaniya xwe de israra xwe ya li ser têkoşîna siyasî ya demokratîk anî ziman û dibêje:
"Di sala 1'emîn a merasîma şewitandina çekan a 11'ê tîrmehê de, weke Tevgera Azadiyê em israra xwe ya li ser stratejiya têkoşîna siyasî ya demokratîk careke din destnîşan dikin.
Neavêtina gavê ya desthilatdariya AKP-MHP'ê nêzîkatiya nerast a li pêvajoyê ye.
Em jî li gorî berpirsyariya xwe ya ji bo gelên xwe, di çarçoveya Manîfestoya Civaka Demokratîk a Rêber Apo de, em ê berpirsyariya xwe ji niha û pê ve jî bi cih bînin.''
Rayedarên Tirkiyê beriya niha ragihandibûn ku wê piştî civîna NATO'yê qanûna çarçoveya yasayî pêşkêşî Meclisa Tirkiyê bikin.
Lê heta niha ti gav di vî warî de nehatiye avêtin.