Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber pêla baranê û lêhiyên du rojên borî rêjeya ava li bendavên Herêma Kurdistanê zêdetir kiriye.
Hat ragihandin ku li bendavên Derbendîxan û Dukanê zêdetirî 100 milyon metre kûp av zêde bûye.
Her wiha li sinorê îdareya Germiyan, Silêmaniyê û Hewlêrê jî bendav tijî bûne.
Di heman demê de li sinorê parêzgeha Dihokê jî ava bendavan zêde bûye, lê bi rêjeyek kêmtir.