Hêzên Israîlê duh li başûrê Quneytrayê ciwanek binçav kir.
Ciwanê sivîl ji gundê Eyn El Qadî ye û li derdora gundê Meşîda yê li gundewarê başûrê Quneytra hat girtin û ber bi cihekî nediyar ve hat birin.
Li Derayê jî, hêzên Îsraîlê kesek ji gundê Arîda yê li herêma Yermûk a li gundewarê rojavayê parêzgehê binçav kir.
Ev kes bi navê 'Xefaş' tê naskirin û sedema girtina wî nayê zanîn.
Ev bûyer di demekê te tên ku rageşî li ser xeta sînorî bilind bûye û operasyonên binçavkirinê ji aliyê hêzên Îsraîlê ve zêde bûne.
Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, di van demên dawî de, Îsraîlê 25 operasyon li başûrê Sûriyê pêk anîne.