Sezaî Temellî: Divê qanûn beriya Cejna Qurbanê werin derxistin

Serokwekîlê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan Sezaî Temellî, li ser mijarên girîng yên di rojeva Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê de, bi taybet jî li ser pêvajoya aştiyê nirxandin kir. Sezaî Temellî got: “Ji bo dan û standin pêş bikeve, divê şert û mercên jiyan û xebatê yên birêz Ocalan baş bibin

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokwekîlê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan Sezaî Temellî, li ser geşedanên di rojevê de li Meclisê daxuyanî da.

Sezaî Temellî destpêkê behsa çalakiyên karkerên madenê û êrîşên polîsan li dijî wan kir û xwest ku heqê karkeran bên dayin.

Temellî, balkişand ser sererastkirinên qanûnî yên diviyabû di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bihatina kirin û wiha got:

“Beriya Cejna Remezanê gotin dê qanûnan derxin, niha dibêjin em ê piştî cejnê bên Meclisê.

Vaye Cejna qurbanê tê.

Ev kar tenê bi gotin û hêviyan nabe.

Êdî divê qanûn beriya cejna Qurbanê werin derxistin.”

"Ji bo dan û standin bi pêş bikevin divê şertên jiyanê yên birêz Ocalan baş bibin"

Sezaî Temellî li ser girîngiya rola rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan a di pêvajoyê de, wiha anî ziman:

“Pêwîst e hevdîtinên di navbera birêz Abdullah Ocalan û rayedarên dewletê de veguherin zemîneke demokratîk û hiqûqî.

Ji bo dan û standin baş pêş bikevin, divê şert û mercên jiyan û xebatê yên birêz Ocalan baş bibin.

Divê tekez bingeha vê ya zagonî hebe.”

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye