Komara Tirkiyê ku xwe li ser hîmê tunekirna Kurdan ava kiribû, bi behaneya piştgirîkirina Serhildana Agiriyê, di 12'ê tîrmeha 1930'î de li navçeya Erdîşê ya Wanê plana komkujiya Kurdên serhilder dide destpêkirin.
Dewleta Tirk ji bo ku serhildanên Kurdan ên li herêmê bi tevahî bişkîne û rûyê xwe yê hov nîşan bide, Geliyê Zîlan ji xwe re hilbijart.
Li Geliyê Zîlan komkujiyeke mezin pêk anî.
Komkujî ewqasî mezin bû ku mirov dişewitandin, êşkence dikirin û bi komî dikuştin.
Ev hemû bi destê Artêşa Tirkiyê hat kirin.
Di komkujiya Geliyê Zîlan de Kurdên ji gundên gelî û ji gundên deverê hatin komkirin ku di nav wan de zarok û jin jî hebûn, bi awayekî komî hatin kuştin.
Di wê demê de, Rojnameya Cumhuriyetê hejmara Kurdên ku li Geliyê Zîlan hatine kuştin 15.000 ragihand.
Her çiqasî hejmara temamî ya Kurdên ku di komkujiyan de hatine kuştin ne diyar be jî, lê nivîskarê Kurd Hesen Hîşyar Serdî hejmara qurbaniyên ku li seranserê herêma ku komkujî lê pêk hatiye, weke 47.000 kes diyar kiriye.
Beriya ku komkujî pêk were, ji aliyê artêşa Tirkiyê ve nexşeya topografî ya herêmê hatiye xêzkirin û lêkolîneke erdnîgarî hatiye kirin û Geliyê Zilan weke cihê herî guncav ê komkujiyê hat diyarkirin.
Komkujî navê xwe ji qirkirinên komî yên li Geliyê Zîlan werdigire ku komkujiya herî girseyî li vir pêk hatiye.
Dîroka komkujiyê ji aliyê artêşa Tirk ve weke 13'ê tîrmeha sala 1930'î hatibû plankirin, lê rojnameya Cumhuriyetê di 12'ê tîrmeha sala 1930'î de ragihandiye ku "qirkirinên li gundên derdora Çiyayê Sîpanê, gundên Erdîşê û Geliyê Zîlan temam bûye.
Li gorî çavkaniyan, bi xencerên serê tivingan zarokên di dergûşê de hatine kuştin.
Her wiha gundên Kurdan ku li wan komkujî qewimîne, hatine talankirin û şewitandin.
Ji bo gustîleke zîv tiliya keçeke ciwan ji aliyê leşkerên Tirk ve hatiye jêkirin.
Ji bilî komkujiya girseyî ya ku li newala Geliyê Zîlan pêk hatiye, li gundên deverê bi awayekî komî Kurd hatine kuştin.
Li seranserê ku komkujî pêk hatiye, 44 gund hatine şewitandin û li hinek gundên deverê Kurd di nav avahiyên wan de bi saxî tên şewitandin.
Geliyê Zîlan ji du milan ve weke Geliyê Zîlan û Geliyê Hacîderê pêk tê.
Gundên Geliyê Zîlan ev in: Komir, Zorava, Kaşesor, Eqis, Bazengê, Xarxus, Îlanî, Hacikaş, Çakirbey, Hesenabdal û Qerekîlîs.
Leşkerên Tirkiyê hemû sewal û milkên gundiyan desteser dikin.
Bi hezaran Kurdên ku ji ber komkujiyan filitîne, ji aliyê Tirkiyê ve hatine sirgûnkirin û çûnûhatina herêmê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye qedexekirin.
Piştî çend salan, hin gundî ji sirgûnê vegeriyan jî, lê dewleta Tirk axa wan desteser kiriye, weke malê xezîneyê nade wan.
Ji aliyekî din ve, ji bo ku hafizaya polîtîk a Kurdî ji holê rake û Geliyê Zîlan bidin jibîrkirin û bixin bin avê, projeya Santrala Hîdroelektirîkê (HES) pêş xistin.
Ew rihê serhildanê ku dixwastin ji holê rakin, hîn zindî ye û nehişt ev proje biçe serî.
Gelê herêmê, bi taybetî gelê Kurd, wê komkujiya Geliyê Zîlan ji bîr neke.