Bakirhan rapora CHP'ê, MHP'ê û AKP'ê nirxand

Hemû partiyan raporên xwe pêşkeşî komîsyona li parlamentoya Tirkiyê kirin. Hevserokê DEM Partîyê Tuncer Bakırhan li ser raporên partiyan nirxandin kir. Bakirhan dibêje, rapora AKPê "ne wekî ku wan dixwest bû",rapora MHPê jî ne li gorî axaftinên Bahçelî bû" û her wiha ji bo ya CHPê jî got, "bi ciddî nêzî pêvajoyê nebûye".

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê, Tuncer Bakırhan,di bernameya Îlke TV de li ser raporên partiyan ên ku pêşkeşî komîsyonê hat kirin û li ser mijara Sûriyê nirxandinên girîng kirin.

Bakirhan ji bo rapora AKP'ê ya ku pêşkêşî Parlamentoyê hatiye kirin  dibêje, her çend nevarok ne li gor dilê me be jî em dikarin nîqaş bikin:

"Rapora AKP'ê ji bo naverokê ne têr e"

Her çend ez di hin mijaran de bi tevahî bi naverokê ne razî me, û her çend tiştên cuda hebin jî, ez dixwazim bibêjim ku ez difikirim ku ew raporek e ku dikare were nîqaşkirin.

Mînak, mijarên girîng hene wekî entegrasyona aborî, piştgiriya psîkososyal, hevrêziya saziyan, û nirxandina pirsgirêka Kurd ji perspektîfa demokratîkbûnê; û başkirin û nirxandina pratîkên rêveberiyê. Lê naverok bi têra xwe têrker nîn e, tiştan bi têra xwe pênase nake."

"Rapora MHP'ê em matmayî hiştin"

Bakırhan rapora 120 rûpelî ya ku ji hêla MHPê ve hatiye amadekirin rexne kir û cudahiya di navbera raporê û daxuyaniyên berê yên Bahçelî de destnîşan kir.

Em di navbera axaftin û nêzîkatiya Bahçelî û raporê de cudahîyeke girîng dibînin. Bawer bikin, rapora Partiya Tevgera Neteweperest em hinekî matmayî kirin.

Daxuyaniyên dîrokî û gotinên rewşenbîrî ên Bahçelî di nivîsên wî de nemane.

Raporek 120 rûpelî hatiye danîn. Balkêş e, binêrin, 100 rûpelên wê raporê ji me re dibêjin ku pirsgirêka Kurd tune ye. Ez hêvî dikim ku em dikarin di dema nîqaşa wê de li ser qanûnan lihevkirinekê bikin.

CHP'ê pirsgirêka Kurdan xistiye nav kîsekî"

Bakirhan derbarê CHP'ê de jî dilgiraniya xwe anî ziman û got:

"CHP’ê Pirsgirêka Kurdan xistiye nav kîsekî pirsgirêkên cur bi cur.

Di 53 rûpelan de tenê yek-du rûpel ji bo Pirsgirêka Kurdan veqetandiye û pirsgirêkên teknîkî yên wekî îhaleyên giştî bi Pirsgirêka Kurdan re tevlihev kiriye.

Ev nîşana wê yekê ye ku bi cidî nêzîkî mijarê nabin. Pêdiviya me bi destûreke demokratîk heye ku mafê welatiyê wekhev û zimanê dayîkê biparêze. Lê niha ev ne di serê lîsteya dan û standinan de ye."

QSD entegrasiyona demokratîk dipejirîne

Hevserokê DEM Partiyê li ser entegrasyona QSD'ê jî nirxandin kir û got "ew dixwazin biçin Sûriyê. Bi rêveberiya Şamê û QSDê re hevdîtinan bikin.

Çima Tirkiye şandeyek fermî naşîne ku rasterast bi QSDê re bicive, rexne û pêşniyarên xwe ragihîne? Tirkiye li wir yekalî tevdigere, helwestek tund û dijber digire.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye